Li Kerkûkê teqîn
Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Rayedarên tenduristiyê yên Kerkûkê ragihand ku di encama teqîna li ber buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê de 5 kes birîndar bûne.
Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê li ser teqîna li Kerkûkê daxuyaniyek bekav kir.
Hat ragihandin ku 5 kes birîndar bûne ku yek ji wan bi sivikî birîndar bûye û kesê pêncem jî hevjîna xwediyê buroya guhertina pereyan e.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihand, bombeyeke çandî li nêzîkî buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê teqiya.
Amir Nûrî ragihand ku hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn dest pê kiriye.
Polîsê Kerkûkê destpêkê birîndarbûna 4 kesan ragihand lê rêveberiya tenduristiyê diyar kir ku 5 birîndar hene.
Muxtarê taxa Mûselayê ji Rûdawê re got:
“Yek ji birîndaran lingê xwe ji dest daye. 5 kes birîndar bûne. Ev bûyereke terorîstî ye.”
Rudaw