Ji Iraqê êrîşî artêşa Îsraîlê hate kirin û 2 leşker hatin kuştin
Îro 04.2024ê artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekî ragehand ku ji Iraqê bi dron êrîş li ser artêşa Îsraîlê hatiye kirin û 2 leşker hatine kuştin û 24 leşker jî birîndar bûne.
Daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin ku bersiva tund a wan êrîşan dê bidin ku li ser hêzên artêşa Îsraîlê tên kirin.
Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê berpirsyariya xwe ya êrîşa li bilindayiyên Golanê ragehand ku di encama êrîşê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 24 leşkerên din birîndar bûn.
Grubên çekdar ên Iraqê dem bi dem daxuyaniyan belav dikin ku ji bo tolhildana êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê bi dron Îsraîlê dikin armanca êrîşan.
Basnews