Mesrûr Barzanî biryara ji bo bi qeza kirina Behirkê îmze kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr barzanî, biryara bi navçe kirina nehiyeya Behirkê îmze kir.
Di biryarekî de hatiye diyar kirin, “Li ser biryara Herêmê ya jimare 316 me biryar da ku nahiyeya Behirke ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi heman sînorên navçeya Behirke ava bikin.
Ev biryar jî dê roja 3.010.2024 bê cîbicî kirin.
Nahyeya Behirke ku bi navê Behirkeya Biranetî tê naskirin, di nav devereke deşt de ye û 10 km li bakurê Hewlêrê ye, di sala 2003ê de bûye nahiye û îro bi fermana serokwezîr bûye navçe.