Mehma Xelîl: Me daxwaz kiriye serhejmêrî piştî vegeriyana awareyan bê kirin
Endamekî Êzidî yê Civata Nûnerên Iraqê dibêje, “Heta aware vedigerin deverên xwe, divê serhejmêrî neyê kirin ji ber ku dibe sedema guhertina demografiyê.”
Endamê Civata Nûnerên Iraqê Mehma Xelîl îro 03.10.2024 ji K24ê re ragehand, “Me daxwaz kiriye ku heta aware vedigerin deverên xwe, serhejmêriya giştî li Şingalê neyê kirin.”
Mehma Xelîl amaje jî da, “Me berî şerê DAIŞê daxwaza serhejmêriyê kir lê wê demê daxwaza me hat redkirin. Niha jî para herî zêde ya Êzidiyan aware ne, lewma nabe serhejmêrî li deverên me bê kirin.”
Navborî eşkere jî kir, “Ji sala 1957ê heta niha serhejmêriyeke durist li Iraqê nehatiye kirin. Me pêştir daxwaz kiribû li sala 2011ê heta 2012ê serhejmêrî hatiba kirin, ku wê demê rewş gelek baş bû û rêjeya Êzidiyan durist bû. Wê demê serhejmêrî nehat kirin û me li Dadgeha Federalî gazin kir ku pêdivî bû serhejmêrî hatiba kirin û hejmara me ya durist hatiba ragehand.”
Endamê Civata Nûnerên Iraqê herwaha got, “Em daxwazê dikin ku heta awareyên me vedigerin deverên xwe, serhejmêrî neyê kirin, ji bo ku hejmara me ya rastîn derbikeve. Me bi awayekî fermî serhejmêrî di vê rewşê de red kiriye, ku dibe sedema guhertina demografiyê. Pêdivî ye heta awareyên me vedigerin Şingalê, serhejmêrî neyê kirin.” Eşkere jî kir, “Hêşta çi bersivên fermî ji bo wê daxwaza min li ser serhejmêriya giştî nehatine dan.”
Biryar e li roja 20ê Mijdara îsal li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê piroseya serhejmêriya giştî ya şêniyan bê kirin.
Basnews