Kabîneya Nehemîn ewlehiya xwarekê bihêz kiriye
Weke hemû sektorên din, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 5 salên borî de, bi berdewamî kar bo bihêzkirina ewlehiya xwarekê kiriye.
Di heyama pênc salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê giranî daye ser bihêzkirina jêrxana xwarek û pîşesazî û piştevaniya berhemanîna navxwe kirin. Di vê çarçoveyê de projeyên avakirina saylo û depoyên sarkirinê li çend deveran cîbicî kirine û molet dane hejmareke mezin ji kompanî, kargeh û çêkirina xaniyên plastîk.
Projeyên ji bo bihêzkirina binesaziya aborî hatine cibicîkirin:
Parêzgeha Hewlêrê:
Çêkirina sayloya Quştepe bi şiyana embarkirina 40 hezar ton genim, bi bihayê 21 milyar dînar hatiye cîbicîkirin.
Parêzgeha Silêmaniyê:
Sayloya Kelar bi bihayê 20 milyar dînar hatiye çêkirin û şiyana wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye.
Parêzgeha Dihok:
Çêkirina sayloya Roviya bi bihayê 18 milyar dînar û şiyana wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye.
Parêzgeha Helebce:
Sayloyek bi nirxê 26 milyar dînar di qonaxa cibicîkirinê de ye, dikare 40 hezar ton genim embar bike.
Dana moletan ji kargehan re
Di nav pênc salên borî de, 977 molet ji kargehan re hatine dayîn û bi vê yekê hejmara kargehên ku molet wergirtine derketiye 4547 kargehan. Niha li Herêma Kurdistanê 7227 kompanyayên navxweyî, 216 şaxên kompaniyên biyanî û 358 şaxên kompanyayên Bexdayê, bi giştî 7801 kompanî hene.
Hinardekirina berhemên navxweyî
Di pênc salên borî de, 30 hezar xaniyên plastîk hatine çêkirin, ku ji zêdetirî 3800 cotkar sûdê jê werdigirin.
Di vê heyamê de, 6 hezar kargehên petateyan, 11 kargehên curbecur ên berhemên çandiniyê ketina kar. Ev ji bilî, 101 depoyên sarkirinê hatine çêkirin, ku di pênc salên borî de veberhênana çandiniyê ji %1.8 bo %8 zêde kiriye û Herêma Kurdistanê berhemên wek birinc, simaq, tehîn, hinar, hinguv, sêv û petate hinardeyî Îmarat, bazarên Kendavê û Ewropayê dike.
K24