Li Silêmaniyê hewla revandina kurê berbijêrekî PDKê hate dayîn
Li bajarê Silêmaniyê hewla revandina kurê berbijerê jimare 58 ê lîsteya 190 a PDKê hate dayîn û ew hewldan têkşikest.
Berbijêrê jimara 58 ê lîsteya 190 a PDKê yê bazineya Silêmaniyê Heme Bêserî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li taza Azadî ya bajarê Silêmaniyê helmeta mal bi mal min birêve dibir, ji bo bangeşeya xwe, ji nişkawa telefonek ji bo min hat ku hewla revandina kurê min hatiye dayîn, di kamerayên çavdêriyê de kesekî cil reş hewl dide kurê min birevîne.’’
Herwaha got: ‘’Mixabin li dijî min helmetekî xirab li dijî min heye, hemû posterên me li Silêmaniyê hatine dirandin û ti posterekî min nemaye, naha hewla revandina kurê min tê dayîn, divê saziyên ewlehiyê Silêmaniyê selametiya me û kesûkarên me û selametiya birêveçûna proseya helbijartinê bi awayekî bigrin ser milê xwe.’’
Berbijêrê PDKê got, ti gumana wî ji ti kesekî nîne, lê ew berbijêrê PDKê ye û fermandarê leşkerî yê Pêşmerge ye.
Basnews