Nêçîrvan Barzanî li Akrê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê ye.
Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê li Akrê bi berpirsên rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Akrê û birêvebirên îdarî yên navçeyê re civiya.
Li gorî zanyariyên Heyder Doskî, Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi berpirsên PDKyê re çûye Salona Konferansê û dê bi endamên PDKyê re jî bicive.
Divê were gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3 roj in li Bahdînanê ye.
Beriya 3 rojan Nêçîrvan Barzanî li Dihokê bû, doh li Zaxoyê û îro jî li Akrê ye.
Rudaw