• Saturday, 21 December 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Bi temambûna vê bendavê û nûjenkirin û giringîdana şûnwarên dîrokî ve ev dever dibe yek ji navendên herî giring ê geştyariyê

Gulan Media September 16, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Bi temambûna vê bendavê û nûjenkirin û giringîdana şûnwarên dîrokî ve ev dever dibe yek ji navendên herî giring ê geştyariyê

Îro 16.09.2024ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn û xîmê bendava Dwîn a li sînorê parêzgeha Hewlêrê  hat danîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û ragehand: ‘’Îro div ê pêgeha dîrokî ya tenişt kelheya Dwîn (Xanzad) ku şûnwarê dîrokî yê rêberê kurd Selahedîn Eyûbî ye û em li vê deverê civiyane, ku pêngavekî giring û dîrokî ji bo vê deverê bavêjin û kevirê bingehîn ê bendava Dwîn daynin.’’

Barzanî diyar kir: ‘’Ev cîh gelek guncawe ji bo komkirina avê û dizayna projeyê de dûvçûn hatiye kirin ku hem bandorê li ser cîhên dîrokî şûnwarên dîrokî yên vê deverê neke, hem jî bi rêjeyekî zêdetir avê kom bike. Min daxwaz kiriye demekî kurt de WEzareta Şaredarî û Wezaretên peywendîdar ên din tevdîrên pêwîst wergirin ji bo hemû ew kanalîzasyonên derdora Şeqlawa tên ser vî çemî bên parûzandin û ti kanalîzasyonek nekeve ser vê bendavê. Herwaha aliyên pêwendîdar jî min spartin ku li gor rênmayî û tevdîrên şûnwarî kelheya dîrokî ya Dwîn û gelek cîhên din ên şûnwariyê yên din ên vê deverê bên nûjen kirin û rê li hilweşîna wan a zêdetir bê girtin.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Wek dizanin ev sînore gelek dewlemende bi şûnwarên dîrokî yên bi serdemên cuda ve. Me biryar daye bi awayekî guncaw qerebûya wan cotkaran jî bê kirin ku beşek li erd û zeviyên wan dikevin bin avê yan jî di herêma bendavê de ne.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Birêzan bi temambûna vê bendavê û bi nûjenkirin û giringîdayîna cîhên dîrokî, ev devere dê bibe yek ji navendên geşyariyê yê herî giring a xwezayî û şûnwarî. Herwaha ev bendave ji aliyê çandiniyê ve û dewlemendiya masî û bilindkirina asta ava bin erd jî ve dê gelek bandorên wê hebe. Cîhbicîhkirina vê projeyê bi kompanyayekî xwemalî ve tê kirin, ku ezmûnên wê yên baş di warê çêkirina bendav de bidest xistiye, ew şiyana navxweyî jî cîhbicîhkirina plan û bernameyên me asantir dike û hemû cure asankarî û hevkarî jî ji bo kompanyayên navxweyî emê bixin berdest ku ezmûnên xwe dewlemendtir bikin û kalîteya karên xwe bilindtir bikin.’’

Serokê Hikûmetê destxweşî li kompanya ya cîhbicîhkar kir û ragehand: ‘’Di vê derê de cîhê wê de ye ku ez destxweşiyê li kompanya ya SENK û Kak Ebdula Gerdî bikim ji bo hemû wan hewldanên wan ên ku ji bo temamkirina bendava Gomespanê kirin. Hêvîdarim di demekî kurt de bikarin bendava Dwîn jî înşala çêbikin û bikeve xizmeta hemû hemwelatiyên Kurdistanê. Ev plana me ya stratejîk di warê komkirina avê de, ji bo naha û ji bo paşeroja welatê me dê gelek bandorekî wê ya mezin hebe. Komkirina ava baran û kaniyan, yek ji tevdîrên me yên herî serekî ye ji bo tekoşîna hember guhertina seqa û bandorên hişkesaliyê. Em dê planên xwe de berdewam bikin û em daxwaz ji hemwelatiyên xoşdivî dikin ku paqijiya jîngeya me biparêzin û hevkarê me bin ji bo ev xwezaya xweşik a Herêma Kurdistanê em biparêzin û bikin cîhek ku geştyar li hemû cîhanê ve em rakêşin.’’

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Av avadaniye, avadankirin û pêşketina zêdetir a Kurdistanê jî, bernameya me ya naha û paşerojê ye. Careke din spas ji bo vê projeyê. Li hemû hemwelatiyan pîroz be, hûn her sax û selamet û tendurist bin, Kurdistan jî her ava be. Gelek Spas.’’

 

Basnews

Top