Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Siyasî û Leşkerî yê Hikûmeta Brîtanya kir
Roja 12.09.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Admiral Edward Algren Şêwirmendê Bilindê Siyasî û Leşkerî yê Hikûmeta Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û şanda pê re kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin gotûbêj kirin û herwiha balkişandin ser hevahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û nûjenî û çaksaziyên di nava Wezareta Pêşmerge de.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Hikûmeta Brîtanya kir ku li şerê DAIŞê da hevkar û piştevanê hêzên Pêşmerge bûne û rûmeta xwe jî ji bo palpiştî û hengavên Brîtanya ya li yarmetîdana Wezareta Pêşmerge ya li proseya çaksaziya di nava Wezaretê de hebû.
Pirsa mayina hêzên hevpeymanan û herwiha gefên terorê li ser Iraq û navçeyê mijareke din ya vê civînê bûn.
Basnews