Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê dike
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê dike û pê re tekezê li ser hevahengî û peywendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 08.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê Bedir Mehmûd Fehil û şanda pê re kir.
Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û jîn û jiyara welatiyan li parêzgehên naverasta Îraqê li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan herwesa tekez li ser hevahengî û peywendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê dike.
K24