• Monday, 26 August 2024
logo

Merîwan Qerenî: Ne pêkane ku Heşdî Şeibî bêy rêkeftina pêşwexit hatibe Kuleco

Gulan Media August 26, 2024 Nûçe
Merîwan Qerenî: Ne pêkane ku Heşdî Şeibî bêy rêkeftina pêşwexit hatibe Kuleco

 Îro 25.08.2024, endamê lijneya asayîş û berevanîya Iraqê Merîwan Qerenî, li di rûpela xwe ya Facebookê de belav kiriye û ragehandiye: “Li kanalên ragehandinê de me bihîst ku mixabin hêzên Heşdî Şeibî bêy ku hêzên navçeyê tiştekî hesab bikin, ber bi wê deverê ve hereket kirine û bi qasî 5 kîlometre hatine nav sînorên Herêma Kurdistan, ji bo ku dest daynin ser bîrên petrolêni”

Herwaha amaje bi wê jî daye, her çend behsa vekişîna beşek ji wê hêzê tê kirin jî, lê madem hêzek rê dide xwe ku bêy pirs û nêrîn vê herketê li cihekî hestiyar da bike, cihê xwe ye ku em çend pirsan bikin.”

Ya yekem: Hêzên ewlekariya wê navçeyê ku ew bûyer lê qewimiye li nahyeya Kuleco ya ser bi Kifrî, di bin fermana YNKê de ne, YNK jî dostê can bi can yê fermandeyên Heşdî Şeibî ye û em rojane dibînin ku serokê YNKê çawa wêne li hemêza fermandeyên Heşdî Şeibî de digre, ji ber wê jî nepêkane ku ev herekete yan tevgere di ber xwe de hatibe kirin û bêy rêkeftina pêşwexit be. Ji ber wê, pêwîste xelik bizane ku di wan rêkeftinên vê carê de çi he ye?

Ya duyem: Gelo di asta rêvebertiya YNKê de çend kes agahiya wan li naveroka rêkeftina wan he ye?

Ya sêyem: Başe eger dibêjin ku me rêkeftin nekiriye û ew hêz ji ber xwe hatiye navçeyê, ê bê zehmet hûn li xwe napirsin ku çi waha kiriye ku hêzên Heşdî Şeibî hesab bo me nake û bêminet li navçeya me pêreviyê bikin?

Çarem: Bila eve pirsiyara dawî be, başe bo çi ji xelkê Kurdistanê re nabêjin, ew dostanî û hemêz kirina ku li gel Reyan Kildanî û Qeys Xezelî û fermandeyên din yên Heşdî Şeibî dikin, çi sûdekê dide kurdan û herîkêm çi sûdekî bo wê navçeyê jî hebûye ku we dest di ser de girtiye?

Qerenî dibêje: “Ez li vir hêvîdarim ku xelkê heskirî yê Germiyanê ku qurbaniyeke zêde ji bo wê navçeyê dane û ji destê terorîstan parastine, ji bo ti hêzeke qebûl nekin ku xiyanetê li gelê Kurdistanê bikin û cihên wan bo hêzên ne Kurdistanî re çol bikin û bihêlin.”

Demjimêr 4:30 yê ber bi sibeha îro hêzeke Heşdî Şeibî bi 150 Hamer û zêdetir ji 500 çekdar, ber bi navçeya Kuleco ya ser bi qeza Kifriyê ve hereket kirin, amaje bi wê hatiye dayîn ku bi rêkeftina li gel YNKê hatine wê navçeyê, xwestine dest daynin ser bîrên petrol wê navçeyê de bigrin.

 

Basnews

Top