• Monday, 26 August 2024
logo

Sirri Sakik: Hûn dê heta kengî ker û kor bin?

Gulan Media August 26, 2024 Nûçe
Sirri Sakik: Hûn dê heta kengî ker û kor bin?

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li Nexweşxaneya Panosê vîdeoya nexweşên di dorê de girt û bangî rayedaran kir, “Hûn dê heta kengî ker û kor bin?”

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sakir rewşa li gelek nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê bi mînaka navçeya Panosê ya Agiriyê nîşan da.

Di vîdeoya ku Sakik belav kiriye de xuya dibe ku bi sedan nexweş ketine dorê û rêzeke dûvdirêj çêbûye.

“Hûn dê heta kengî ker û kor bin?”

Sirri Sakik bertek nîşanî vê rewşê da û got:

“Niha, ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê ye.

Bi sedan nexweş, şewb û nexweşên bêçare yên rawestiyayî.

Me gelek caran rewşa xerab a nexweşxaneyên Agirî û Panosê anî zimên.

Karmendên tenduristiyê kêm in, mirovan di nav şertên xerab ên fizîkî de tevî halê xwe dihêlin.

Hûn dê di vê rewşê de heta kengî ker û kor bin?”

 

Rudaw

Top