• Monday, 26 August 2024
logo

Li Amedê 30 zarok bi hev re hatin sinetkirin

Gulan Media August 21, 2024 Corane
Li Amedê 30 zarok bi hev re hatin sinetkirin

 Li Ameda Bakurê Kurdistanê 30 zarok bi hev re hatin sinetkirin.

Gerînendehiya Herêmî ya Weqfan a Amedê 30 zarok bi hev re dan sinetkirin û ji wan re merasîmek amade kir.

Zarokan li ser Pira Dehderî pivdank berdan hewayê, reqisîn û paşê jî li nava bajêr geriyan.

Alîkarê Parêzgar Îlyaz Ozturk, Qaymeqamê Sûrê Asim Solak, Endamê AK Partiyê Alî Karataş, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Mehmet Raşît Ocak, midûrên hinek saziyan û malbatên zarokan beşdarî merasîma sinetkirinê bûn.

 

Rudaw

Top