• Monday, 26 August 2024
logo

Toyotayê ajokarê Kurd xelat kir: 1 milyon kîlometre!

Gulan Media August 20, 2024 Corane
Toyotayê ajokarê Kurd xelat kir: 1 milyon kîlometre!

Toyotayê ajokarê Kurd ê ku otomobîleke wan 10 salan bi kar aniye û 1 milyon kîlometreyê ajotiye xelat kir.

Kerem Gelnaskî 10 sal berê otomobîleke Toyota kirî û li Dihokê zêdetirî 10 salan pê karê taksiyê kir.

Toyotaya ku şirketeke mezin a Japonî ye, Kerem Gelnaskî xelat kir û otomobîleke nû ya hîbrît diyarî wî kir.

Kerem Gelnaskiyê ku bi taksiya xwe 10 salan li kolan û rêyên Dihokê çû û hat xelata dilsoziya xwe stand.

Kerem Gelnaskî diyar kir ku wî ji ber rehetî û luksbûna wê sala 2014an ew otomobîla Toyota kiriye û got:

“Min ew seyare 10 salan ajot, ez rojeke bi tenê jî di rê de nehiştim.”

Piştî ku kîlometreyên taksiyê gihiştin 1 milyonê Şaxa Toyotayê ya Îraqê biryar da ku ji ber sersipêriya wî Kerem Gelnaskî xelat bike.

Nûnerê Toyotayê yê Îraqê Tadashi Tanimoto ji Rûdawê re diyar kir ku ew otomobîl hîn jî di rewşeke baş de ye û anî zimên:

“Em bi rastî xebatên Kerem Beg bi qedir dibînin. Otomobîl gihiştiye milyonek kîlometreyê lê hîn jî baş e.

Me jî biryar da ku Corolla Hibritê diyarî wî bikin.”

Kerem Gelnaskî spasiya Toyotayê kir, otomobîla xwe ya nû bir malê lê diyar kir ku ew dê hîn ya berê biajo heta ku bibe 2 milyon kîlometre.

 

Rudaw

Top