• Monday, 26 August 2024
logo

Taybetmendiyên kebaba Riha û Dîlokê çi ne û kîjan xweştir e?

Gulan Media August 25, 2024 Corane
Taybetmendiyên kebaba Riha û Dîlokê çi ne û kîjan xweştir e?

Piraniya Bajarên Bakurê Kurdistanê bixwarinên xwe û sifreyên xwe yên dewlemend bi nav û bang in, ji wan bajaran  Dîlok û Riha li ser kebaba herî baş hevrikiyê dikin.  

Kebab yek ji xwarinên rojane ye ku xwasta xelkê gelek li ser e.

Taybetiya kebaba Rihayê ew e ku kêm biharat e û bi temamî goştê berxan tê çêkirin.

Kebaba Dîlokê jî sîr û biharat dikevê û goştê berxan û golikan têkel dibe.

Li bajarê Enqereyê pêşengeheke taybet ji bo nasandina çend coreyên kebaba hate vekirin ku tê de zêdetir kebaba Riha û Dilokê hevrikiyê dikin.

“Kebaba baş bi goştê perasiya berxan tê çêkirin”

Di vê pêşengehê de Îdrîs Alincak jî kebaba Rihayê çêdike û wî wiha behsa taybetiyên kebabeke baş kir:

“Kebaba baş bi goştê perasiya berxa tê çêkirin kêmek goştê golika jî dikevê bi satûrê tê hûr kirin.

Tenê xwê û bîber dikevê kebaba baş wisa çêdibe.”

Li gorî  hostayên Rihayê kebaba herî baş a bajarê wan e.

Hosta Remzî Tanil jî got:

“Kebabên hemû bajaran jî baş in lê kebaba Rihayê taybet e. Em kêm baharatê dixinê, li aliyê Dîlokê zêdetir ji sîrê hez dikin lê em li Rihayê zêdetir îsotê dixin kebabên xwe ji ber ku ji tujî hez dikin.”

Li ser kebabê nêrînên cuda hene

Di nav beşdarên pêşengehê de jî li ser kebaba Riha û Dîlokê nêrînên cuda hene.

Kesên ku ji xwarinên tuj û îsotê hez dikin berê xwe didin kebaba Rihayê yên ku ji sîr û biharatan hez dikin jî zêdetir kebaba Dîlokê dixwen.

Niştecihê Enqereyê Nazmî Akar jî got:

“Ez ji Ezirganê me. Bi dîtina min kebaba Rihayê gavekê li pêş e. Kebaba Dîlokê jî baş e.

Lê ji ber şertên xwe, hewayê xwe, selete û şinkatiyên xwe kebaba Rihayê her dem xweştir û cudatir e.”

Welatî Azîm Acar jî got:

“Xelkê Dîlokê bi sîrê kebabê çê dikin em bi îsotê çê dikin û kebaba me tujtir e.

Em ji tujî hez dikin îsota me navdar e û kebaba me jî xweştir e.”

Niştecihê Enqereyê Nazîme Taşçiyê jî got:

“Te pirsa xwe ji keseke ji Dîlokê kir, hetmen ez dê bêjim Dîlok. Çima ji ber ku biharatên me bi nav û bang in, em gelekî biharatê dixin kebabê û kebabên me xweştir in.

Lê eger tu ji Rihayiyan bipirsê ew dê jî bêjin kebabe me xweştir e.”

Ji bo nasandina kebab û coreyên taybet ên xwarinên bajaran gelek caran pêşengeh û pêşbazî têne encamdan.

 

Rudaw

Top