• Monday, 26 August 2024
logo

Erdogan: Em di dîroka xwe de bûn xwediyê artêşa herî xurt

Gulan Media August 26, 2024 Nûçe
Erdogan: Em di dîroka xwe de bûn xwediyê artêşa herî xurt

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di aliyê vemirandina agirt de ew di dîroka xwe de bûn xwediyê artêşa herî xurt a “Welatê Kesk”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Recep Tayyip Erdogan got:

"Bi serokatiya me 21 sal şûnde cara ewil me Civîna Kabîneya xwe ya dîrokî li derveyî Enqereyê li Xelatê kir û qîmeta ku em didin Milazgirê me nîşan da."

Erdogan derbarê fîloya temirandina agir agahî da û wiha got:

"Vê gavê di fîloya me de 27 balafir, 105 firoke û ji 5 hezarî zêdetir wesayîtên bejayê hene. Bi van em di dîroka xwe de bûn xwediyê artêşa herî xurt a Welatê Kesk."

Erdogan herwiha got:

"Şaredariyên mixalefetê li şûna ku karê xwe bikin, di mijareke wekî şewatê de li pey siyasetê dikevin.

Tu aliyekî vê yê ku mirov qebûl bike, tuneye. Partiya şewat, erdhej, afatê nabe.

Mixalefet her tiştî dike mijara siyasetê, em li bendê ne ku vê feraseta xwe ya çewt demildest biterikîne."

Erdogan got ku heta 15ê Îlonê tesîra germê dê dewam bike û wiha dewam kir:

"Em heta wê demê baldarbûnê bidomînin. Di mijara şewata daristanê de ku ji sedî 90 ji ber însanan derdikeve, em hesas bin."

 

Rudaw

Top