• Monday, 26 August 2024
logo

2 veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê hatin têkbirin

Gulan Media August 26, 2024 Nûçe
2 veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê hatin têkbirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê got, bi hemahengî li gel îstixbarata Rêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê, 2 veşartgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatin têkbirin.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê îro 26ê Tebaxê di daxuyaniyekê de got, di çarçoveya karên hevbeş û yekxistina hewl û zanyariyên istixbaratî de, Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî bi hemahengî li gel Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê, operasyonek li Kerkûkê û çiyayê Bor ê nêzîkî bajarokê Leylanê pêk anîn.

Da zanîn jî, di operasyona hevbeş de, 2 veşartgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatin têkbirin û çend parçe çekên curbicur hat danîn.

 

K24

Top