• Monday, 26 August 2024
logo

Jina 78 salî bi Kurdî bi Erdogan re axivî

Gulan Media August 23, 2024 Corane
Jina 78 salî bi Kurdî bi Erdogan re axivî

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jineke Kurd a bitemen di pêwendiyeke telefonî de bi Kurdî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp re Erdogan axivî.

Erdogan li ser vê yekê daxwaz wergerikî bi Kurdî bizane kir.

Wezîrê Bajarvanî, Jîngeh û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum îro çû parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê.

Erhejên 6ê Sibatê zerereke zêde ya madî û canî li wê parêzgehê li pey xwe hiştibû.

Murat Kurum di çarçoveya serdana xwe de çû cem malbateke zererpêketiya erdhejê.

Jina bi navê Zelîha Yildirim a 78 salî ku yek ji endamên wê malbatê bû ji Kurum xwest bi Erdogan re bi rêya telefonê biaxive.

Murat Kurum daxwaza wê bi cih anî û telefonî Erdogan kir.

Wê jinê ji ber ku tenê bi Kurdî dizanî bi Erdogan re jî xwest bi Kurdî biaxive.

Erdogan li ser vê yekê daxwaz kir ku kurê Zelîha Yildirim bibe wergêr û peyama dayika xwe bigihîne wî.

Erdogan ji jina bi temen a Kurd xwest ku diayan jê re bike, Zelîha Yildirim jî ji Erdogan re got Xwedê ji te razî be. 

 

Rudaw

Top