• Monday, 26 August 2024
logo

WAN - Yên ji kelekela havînê tengezar dibin berê xwe didin Geliyê Masîroyê

Gulan Media August 20, 2024 Corane
WAN - Yên ji kelekela havînê tengezar dibin berê xwe didin Geliyê Masîroyê

Kanyona Masîroyê ya dikeve navbera Wan, Sêrt û Şirnexê bûye pêgeha kesên ji kelekela havînê aciz û tengezar bûne. 

Kanyona 125 kîlometre dûrî Wanê ye, bi ava xwe ya cemidî, xwezaya xwe ya kesk û hêşîn û hewaya xwe ya paqij ziyaretvanan cezb dike. 

Kanyona 12 kîlometreyî ya di navbera navçeya Şaxê ya Wanê, navçeya Berwariya Sêrtê û navçeya Elkê ya Şirnexê de ye, bi ava xwe ya zelal û sar dorhêla xwe honik dike. 

Dicle Akinciya ku tevî hevalên xwe çûye kanyonê diyar kir ku bedewiyên kanyonê ew heyr û hejmetkar hiştin.

“Bedewiyeke wiha ez nû dibînim”

Dicle Akinciyê bal kişand ku di germ û kelekela havînê de kanyon ji bo xwehonikkirinê rotayeke pir baş e û wiha dewam kir:

"Teqez divê ev der bê keşfkirin. Hêzeke nedîtî ya siruşta vir heye.

Ji bo dîtina vir, em bi meşeke bi zehmet di nav çiya û deviyan de derbas bûn û gihîştin vir.

Heta niha em çûne gelek cihan, lê bedewiyeke wiha ez nû dibînim.

Di vê germa havînê de me tevî hevalên xwe keysa xwe li ava paqij û honik anî. Divê herkes vê derê bibîne."

Endamê Kuluba Werzişên Siruştî ya Wadiyê Huseyîn Demez jî diyar kir ku bi ger û geştan ew hewl didin, bedewiyên herêmê bidin nasandin. 

“Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e”

Eyup Ozden jî wiha got:

"Em ji bo avjenî û honikbûnê hatin vir. Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e. Em di nav devî û daristanan da bêhna xwe didin."

“Ez difikirim careke din jî werim."

Yusuf Tarlan ê ku cara ewil çûye kanyonê jî wiha axivî:

"Min vir pir eciband. Ji ber ku hewa pir germ e em ketin avê. Ji ber ku av kûr nîne, bi rihetî mirov dikare avjeniyê bike.

Min dîmena vir pir eciband, ez difikirim careke din jî werim."

 

Rudaw

Top