• Friday, 16 August 2024
logo

Kurdên diasporayê: Kurdistan cihê herî aram û avedan e ji bo jiyanê

Gulan Media August 15, 2024 Nûçe
Kurdên diasporayê: Kurdistan cihê herî aram û avedan e ji bo jiyanê

Piraniya kurdên ku li Swêdê dijîn, bi armanca ku di her firsendê de vegerin Kurdistanê, hewil didin mal yan milkekê li Kurdistanê bikirin. Pisporekî xanberiyê li Swêdê dibêje, Hewlêr ji bo veberhênanê yek ji cihên herî aram e li Rojhilata Navîn, ji ber wê jî daxwazeke mezin a diasporayê heye ku milk li wir bikirin.

Zîrak Hacî Taha ji Hewlêrê ye û li Swêdê dijî, ku hewl dide milkekî li Kurdistanê bikire, di wê baweriyê de ye ku aramî û avedanî sedema vegera xelkê Kurdistanê ye.

Zîrek dibêje: “Ez li Swêdê dijîm, lê Kurdistan welatê min e. Ji % 95 kurdên li Swêdê dijîn dibêjin ku ew ê rojekê vegerin Kurdistanê. Ji ber vê yekê girîng e ku her yek ji me ji bo roja ku em vegerin Kurdistanê, odeyek me hebe.”

Botan Berzincî ku li Swêdê xwediyê ofîseke xanûberiyê ye dibêje, sedema ku kurdên Swêdê milk li Kurdistanê û Hewlêrê dikirin ew e ku welatiyên wî welatî ne û ew dixwazin milkekî wan li Kurdistanê hebe.

Herwiha got, niha daxwaz li kirîna xanî yan milkekê li Kurdistanê zêde heye, bi taybetî jî li Hewlerê , ji ber ku geşepêdana aboriyê û kompanî lê hene.

Nêzîkî 150 hezar Kurd li Swêdê dijîn, ku piraniya wan ji Herêma Kurdistanê ne û piraniya wan jî li bajarên Kurdistanê milk kirîne. Di van salên dawî de bi dehan kes ji Swêdê vegeriyane Kurdistanê, ku dibêjin: Kurdistan niha aramtirîn û avedantirîn cihê jiyanê ye.

Top