• Friday, 16 August 2024
logo

Muheym Hemdanî: Serok Barzanî ji me re got me çend korsî hene

Gulan Media August 15, 2024 Nûçe
Muheym Hemdanî: Serok Barzanî ji me re got me çend korsî hene

Parlementarekî ereb behsa naveroka civîna xwe li gel Serok Barzanî dike.

Parlementerê parlementoya Îraqê Muheymen Hemdanî di hevpeyvîneke xwe de behsa naveroka civîna çend rojên berê ya li Pîrmamê li gel Serok Barzanî kiriye û ragihandiye ku, Serok Barzanî ji wan re gotiye ku, di nava civata parêzgeha Kerkûkê de wan 7 korsî hene ne 2 korsî.

Hemdanî herwiha diyar kiriye ku, Serok Barzanî di civînê de bi eşkere gotiye ku, em tawîzan li hember mafên Kurdan nadin û qebûl nakin Waliyê Kerkûkê Ereb be.

Nav hatî diyar kiriye ku, hijmarek ji parlementer û endamên her du firakisyonên Erebî û Tirkimanî bi Serokatiya Xemîs Xencer serdana Pîrmamê kirine û li gel Serok Barzanî civiyane.

 

 

 

 

Top