• Friday, 16 August 2024
logo

Mela Bextiyar: Dê encamên civîna Hotêl Reşîd xirab bin

Gulan Media August 15, 2024 Nûçe
Mela Bextiyar: Dê encamên civîna Hotêl Reşîd xirab bin

Rêveberê berê yê YNKê behsa metirsiya encamên xirab ên civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê ya li Hotêl Reşîd a bajarê Bexdayê û helbijartina parêzgarekî ji YNKê dike.

Rêveberê payebilind ê berê yê YNKê Mela Bextiyar di gotara xwe ya îro 14.08.2024ê de amaje bi mijara rêkeftina YNK û erebên Kerkûkê taxima Reyan Kildanî da û ragehand ku ‘’Çanda siyasî ya Iraq û Kurdistanê ev e. Helbijartin bi şikil e. encamê helbijartinê ne nirxê demokrasiyê ye. Giraniya aliyan û biryardan li desthilatê, li gel wan hêzaneye ku xwedî hêza leşkerî ne, ne ku kursiyên wan kêm an zêde ye.’’

Herwaha diyar kir li gor wî: ‘’Bê rêkeftina li gel aliyên Kurdistanê li navçeyên madeya 140, civîna Hotêl Reşîd (armanca wî civîna YNK û hevpeymanên wê ye) dê nakokiyên me kûrtir bike û encamên wê jî dê xirab bin.’’

Mela Bextiyar diyar kir: ‘’Li ser siyaseta YNKê ya piştî kongreyên partiyê yên çarem û pêncem, helwêstên me yên cuda hene û ez ne amademe di bin serokatiya vê rêveberiyê de û ew siyaseta naha ya YNKê de berpirsyartiyê qebûl bikim.’’

Mela Bextiyar di beşeke din a nivîsa xwe de aşkera dibêje: ‘’Ez di aliyê xwe de naveşêrim, berî helbijartina encûmena parêzgehan û piştî wê jî ez ji rewşa metirsîdartir tirsiya me û ez hîn jî jê ditirsim!’’

Herwaha diyar kir: ‘’Ez naveşêrim Kurd û Kurdayetî ji bo min ji hemû partiyan pîroztir e. Ji ber wê jî metirsî heye, ji rewşê, ji ber civîna Hotêl Reşîd dê ziyanên zêdetir bigehin Kurdan.’’

 

 

Top