• Friday, 16 August 2024
logo

Erdogan û Serokê Filistînê civiyan

Gulan Media August 15, 2024 Nûçe
Erdogan û Serokê Filistînê civiyan

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re civiya.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji bo pêşkêşkirina gotarê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê çû paytexta wî welatî bajarê Enqereyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Mehmûd Ebas îro civiyan.

Civîn li Kulliyeya Serokkomariyê ji çapemeniyê re girtî bi rê ve çû.

Di rojeva her du serokan de şerê Xezeyê û pêngavên agirbestê hebûn.

Mehmûd Ebas dê sibe gotarekê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu meha borî li Kongreya Amerîkayê axivîbû, Erdogan nerazîbûn nîşan dabû û ji bo li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive Mehmûd Ebbas vexwendibû Enqereyê.

 

Rudaw

Top