Fermandarekî Heşdî Şeibî bi tometa êrîşkirina ser binkeyê leşkerî yê Eyn Esed hat girtin
Bi tometa êrîşkirina ser binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a hêzên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê fermandarekî Heşdî Şeibî hate girtin.
Çapemeniya Iraqê belav kir ku fermandarê fewca îstixbarata Heşdî Şeibî Ayed Etula bi tometa êrîşkirina ser binkeyên leşkerî yê Eyn Esed ve ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li Enbarê hatiye girtin.
Hat ragehandin, girtina wî fermandarê Heşdî Şeibî ji aliyê alîgirên Heşdî Şeibî ve rastî nerazîbûnên tund hatiye.
Di wan du rojên borî de bi katoşa êrîş li ser binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a hêzên Amerîkayê têde pêkhat û ji ber wê jî 14 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.
Basnews