• Saturday, 27 July 2024
logo

Festîvala Elîtfestê ya cil û bergan hat vekirin

Festîvala Elîtfestê ya cil û bergan hat vekirin

Li Tirkiyeyê giraniya li nav bazaran dibe sedem ku xelk zêdetir berê xwe bide festivalan, bi taybetî  festivalên cil û bergan rastî eleqeyeke zêde ya jinan tên.

Îsal jî Elitfest ku wekî yek ji festvilanên mezin ên cil û bergan tê qebulkirin li Enqeryê hate vekirin û pêşbinî tê kirin ku rojana 2 hezar 500 kes û bi giştî zêdetirî 10 hezar kesî seredana vê festîvalê bikin. 

Ji bo festîvalê ji 40 bajarên Tirkiyeyê derdora 300 kompanyayên cil û bergan berê xwe da Enqereyê.

Festîvalê bi coş û beşdariyeke mezin a xelkê Enqereyê destpê kir.

Organîzatorê Festîvalê Erdem Gucenc ji Rûdawê re got:

“Di nava sezonê de em bi bihayên dawiya sezonê berheman li vê festîvalê difiroşin.

Heta ji sedî 70î erzanî heye û her core cil û berg hene û derdora 45 bajaran kompanya amade ne.” 

Li qada festivalê jinên xelkê Enqereyê hewl da cil ûı bergên erzan bikirin.

Bi gotina wan cil û berg li festivalê li gorî maxazayên derve derdora ji sedî 60 heta 70î erzantir in û her coreyê ku ew bixwazin jî peyda dibe.

“Biha li gorî derve gelekî baştir e”

Hevwelatî Sena Ebrar Guleryuzê got:

“Ez zêdetir li cil û bergê dirêj li xwe dikim û gelek coreyên cuda cuda hene û ez nizanim kîjanê bikirim û bihayên wan jî li gorî derve gellek baştir e.

Serê sibeyê diyarî jî belav kirin û ji bo serê êvarî dê zêdetir daşkandin bê kirin.”

Di festivalê de firoşkar jî bi hêvî ne ku di 4 rojên festivalê de ew bikarin berhemên xwe bi bihayê baş bifiroşin.

Hinek ji wan kompanyayan ji bajarên dûr hatine û ew dixwazin xelk zêdetir festîvalê ziyaret bike.

“Festîvala me gelekî xweş e”

Firoşkar Esma Yilmazê jî got:

“Festîvala me gelekî xweş e û em bi kelecaneke mezin hatine vir.

Destpêka me gelek baş bû, ez hêvî dikim em jî mêvanên me jî dê bi dilêkî xweş festîvalê derbas bikin.”

Firoşkar Kevser Derelî jî got:

“Festîval roja yekem gelekî baş e. Heta roja Yekşemê em dê li vir bin.

Berhemên me wekî  çente hezar û 400 lîreyan heta 950 lîreyan e. Kîfên berîka  jî ( cuzdan ) 250 , 350 û 450 lîreyan em difiroşin.”

Festîval acil û bergan dê heta 28ê vê mehê vekirî be.

 

Rudaw

Top