• Friday, 26 July 2024
logo

Ew zarokê Kurd ê Ronaldo dîtî mir

Ew zarokê Kurd ê Ronaldo dîtî mir

Awar 5 salî yê stêrkê futbolê Cristiano Ronaldo dîtibû koça dawiyê kir.

Awar Hozanê 5 salî yê ji bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hesekê koça dawî kir.

Awar Hozan 3 sal in bi pençeşêrê gurçikan ketibû.

Nexweşiyê bandor li ser hemû bedena Awar kiribû êdî nema dikare biaxive.

Çûna dibistanê û dîtina Cristiano Ronaldo 2 xewnên mezin ê Awar bûn.

Awar li Almanyayê ji bijîşkên xwe xwestibû ku Cristiano Ronaldo bibîne û li gorî gotina bavê wî bijîşkên nexweşxaneyê û çend rêxistinan ji bo hevdîtina Ronaldo û Awar alîkarî kiribû.

Stêrkê futbolê yê cihanê Cristiano Ronaldo piştî lîstika Portugal-Slovenyayê ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê hat lîstin li salonê çûbû cem malbateke Kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê.

Cristiano Ronaldo li salona cilûbergan a stadê formayê xwe dabû Awar.

“Ronaldo û Awar neaxivîn”

Bavê Awar behsa hevdîtina Cristiano Ronaldo û Awarê kurê xwe kiribû û wiha gotibû:

“Çend rêxistin û tîmên nexweşxaneyê hevdîtina Cristiano Ronaldo û Awar saz kirin. Em çûn me Ronaldo dît.

Awar xwest silavekê li hevdû bikin û destên xwe bixin destên hevdû. Awar gelekî westiyayî bû û ti axaftin di navbera wan de çênebû.

Ronaldo zanîbû ku em Kurd in û xelkê Dêrikê ne, tîma bijîşkan gotibû ku em Kurd in û xelkê Sûriyeyê ne.”

“Ji Dêrikê ji bo Dihokê ji Dihokê ber bi Almanyayê”

Malbata Awar Hozan sala 2013an ji Dêrikê derketine û hatine li parêzgeha Dihokê bi cih bûne.

Awar beriya ku bibe 2 salî ta wî digire û hewaleyê derbas dike. Bi wê nexweşiyê re qirika wî qalin dibe û di destpêkê de bijîşkan nizanîbûn bê ja çî wî heye.

Piştî bi 2 hefteyan bijîşkan li Şama paytexta Sûriyeyê ji malbatê re eşkere kir ku Awar bi pençeşêrê ketiye.

Suad Eliya dayika Awar jî wisa behsa nexweşiya kurê xwe kiribû:

“25 saetan bi rê de diçûm. Ji Başûrê Kurdistanê, diçûm Dêrikê û ji wir jî bi diçûm heta Şamê, kurê min hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçû.

Şevekê dîsan tayê ew girt me ew bir nexweşxaneyê. Gelek bijîşkan ji me re eşkere kir ku tedawiya kurê we li Almanyayê ye.

Êdî bavê wî neçar ma ku were Almanyayê. “

Bavê Awar bi rêya dijwar a penaberiyê sala 2022yan digihê Almanyayê û li dû rêyekê digere ku kurê xwe jî bîne û li Almanyayê tedawî bike.

Hêviyên bijîşkan ji tedawiyê nemabû

Piştî hewldaneke gelekî zêde û bi zehmet Hozan Yûsif Çiriya Pêşîna 2023yan malbata xwe jî anî Almanyayê û li Almanyayê tedawiya Awar Hozan dest pê kir.

Bijîşkan malbata Awar Yûsif hêvîşikestî kiribû û ew şandin bûn malê.

Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê bû li bajarê Wetzlarê yê Almanyayê bi dê û bavê xwe û sê birayên xwe re dijiya.

Ew hatibûn Almanyayê da ku şahiya başbûna Awar li dar bixin lê belê di nava henekên rojane û hesirên veşartî yên şevan de li benda nefesa dawîn a Awar bûn.

 

Rudaw

Top