• Monday, 22 July 2024
logo

Japon projeyeke girîng li Hewlêrê cîhbicîh dike

Japon projeyeke girîng li Hewlêrê cîhbicîh dike

Têçûya projeyê 288 miliyon dolare.

Serokê nû yê tîma ajansa hevkariya navnetewî ya Japoniyayê li Îraqê (JICA), Suzuki Hiroshi serdana Walîtiya Hewlêrê kir û li gel Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav civiya.

Di civînê de Qordînatorê JICA li Îraqê Suzuki Hiroshi behsa kar û çalakiyên ajansa han li herêma Kurdistanê û Îraqê kiriye û balkêşandiye ser projeya nû y a JICA yabo tesifiye kirina ava quris ya Hewlêrê û dubare bikar anîna vê avê bo avdana park, daristan û baxçeyan.

Her di civîna han de her du alî giftûgoyeke berfire li ser sûdên vê projeyê û bandora vê li ser Hewlêrê kirine û li ser cîhbicîh kirina projeya han yaku, têçûya vê 288 miliyon dolare lihev kirine.

Di çarçoveya vê projeya han de vê çend projeyên din ji aliyê ajansa JICA ve li Hewlêrê bi taybetî di warê jîngeh û tendirostî de werin cîhbicîhkirin.
 

Top