• Sunday, 21 July 2024
logo

Li Deryaya Spî û Edeneyê ​li pey hev erdhejên bihêz çêbûn

Li Deryaya Spî û Edeneyê ​li pey hev erdhejên bihêz çêbûn

Li Deryaya Spî û parêzgeha Edeneyê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand li Deryaya Spî û navçeya Aladagê ya parêzgeha Edeneyê li pey hev du erdhêjên bihêz çêbûn.

Li gorî AFADê, li navçeya Aladagê ya Edeneyê erdhej demjimêr 05:55an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdheja Edeneyê 9.26 kîlometre bûye.


Li aliyê din, demjimêr 07:01an li Deryaya Spî jî bi hêza 5.0 pileyan erhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdheja Deryaya Spî jî 15 kîlometre bûye.

Derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

 

Rudaw

Top