• Sunday, 21 July 2024
logo

Li herêma Kurdistanê 4 bendav têne ava kirin

Li herêma Kurdistanê 4 bendav têne ava kirin

Bi hevbeşiya navbera her du hikûmetan têne avakirin.

Wezareta karûbarên çavkaniyên avê ya Îraqê ragihandiye ku, hikûmeta federalî biryar daye daku, bi mebesta çareser kirina kêşeya kêm aviyê li hin deveran 4 bendavên mezin bi hevbeşiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê ava bike.

Ev bendavên han li Dihuk, Hewlêr, devera Pişder û devera Teqteqê de têne avakirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev yek eşkere kiriye ku, dest bi karûbarên pêwîst bo ava kirina wan bendavan hatiye kirin.

Top