• Sunday, 21 July 2024
logo

Li Çiyayê Hemrînê DAIŞ hat bombebaran kirin

Li Çiyayê Hemrînê DAIŞ hat bombebaran kirin

Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê radigehîne, “Balafirên me bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînê kir armanc.”

Îro 19.07.2024 di operasyoneke asmanî de, bingeheke terorsitên DAIŞê li çiyayê Hemrînê li ser sinorê cudakirina Fermandeya Operasyonên Kerkûk û Selahedînê hat armanckirin.

Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê di ragehandinekê de amaje da, “Bi hevahengiya Dezgeha Berhingarbûna Terorê û Şaneya Armancdarkirina Fermandeya Operasyonên Hevpar, ew êrîş hat kirin.”

Ev jî di demekê de ye ku Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê li roja 23.06.2024ê ragehand, “Piştî çavdêriyeke hûr ji aliyê şaneya armanckirina girêdayî fermandeyan, îro di operasyoneke asmanî de bi balafira F-16 pênageheke DAIŞê li bilindahiyên Hemrînê li sinorê parêzgeha Diyalayê hat wêrankirin.”

Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê amaje da, di encama wê êrîşê de sê çekdarên DAIŞê li nav wê pênagehê hatin kuştin. Her di wê operasyonê de hejmareke şkeft, embar û pênagehên din ên DAIŞê li wî sinorî hat pûçkirin.”

 

Basnews

Top