• Sunday, 21 July 2024
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî      serxweşiyê belav kir

 Îro 19.07.2024ê bi şev Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowa Dureyd Keşmûle peyamekî serxweşiyê belav kir.

Di peyama xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowa xwedê jê razî Dureyd Keşmûle serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim û şirîkê xema wan im. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û merivên û malbata wî.’’

Top