• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Swêdê 300 muzîkjen û stranbêjan straneke Kurdî ya zarokan pêşkêş kir

Li Swêdê 300 muzîkjen û stranbêjan straneke Kurdî ya zarokan pêşkêş kir

Yek ji stranên bi nav û deng a Kurdî ji bo zarokan, strana "Muzîk, Muzîk" e ku di sala 2013an de bi dengê Rindê Rêber û Miwefeq Rûşdî hatiye gotin.

Ew stran zêdetirî 21 milyon caran li Youtubê hatiye temaşekirin.

Li bajarê Borlangeyê yê Swêdê konsêrek taybet hat pêşkêşkirin û 150 stranbêj û 150 muzîkjen tê de beşdar bûn.

Yek ji stranên di konsêrê de ji aliyê ji aliyê zarokên Swêdê ve hat pêşkêşkirin, strana Kurdî "Muzîk, Mûzîk" bû.

Kesê ku ev stran hilbijartiye û stanbêj û muzîkjenên Swêdî fêrî gotin û jenîna wê kiriye hunermendê ji  bajarê Efrînê Idrîs Cafo ye.

Hunermendê Kurd Idrîs Cafo ku ev çend sal in li Swêdê dijî, beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser vê projeyê ji Rûdawê re axivî.

Idrîs Cafo got ku armanca wî ew bû ku vê stranê bike straneke navdewletî.

Bi gotina Cafo 300 stranbêj û muzîkjen tê de beşdar bûn ku ji sedî 80 Swêdî bûn.

3 hezar kesan guhdariya strana Kurdî kir

Konsêr bi amadebûna 3 hezar kesan bi rê ve çû û piştî wê êdî li cadeyên herêma Borlangeyê ew stran di nava civakê de gelekî belav bûye.

Hunermend Idrîs Cafo herwiha eşkere kir ku ev stran êdî ketiye arşîvên dibistanên muzîkê yên li Borlangeyê.

Hewl tê dayîn stran li hemû dibistanên Swêdê were belavkirin

Cafo da zanîn ku ew kar li ser wê yekê dike û ew stran li hemû dibstanên din ên Swêdê belav bibe û got:

“30 mamosteyên dibstana muzîkê ya Borlangeyê ku profsor jî di nava wan hene, ev strana Kurdî hêjayî belavkirinê li hemû dibstanên Swêdê dît.”

 

Rudaw

Top