• Friday, 05 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozên 8 welatên Erebî civiya

Serok Barzanî li gel balyozên 8 welatên Erebî civiya

Behsa rewşa Îraq û deverê hatiye kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, îro pêncşem Serok Barzanî li gel balyozên 8 welatên Erebî yên li Îraqê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî bi awayeke kurt behsa rewşa giştî ya Îraqê û armancên serdana xwe bo Bexdayê kir û ragihand ku, rewşeke erênî li Îraqê û hehelwestiyan de heye û mirov dikare li ser esasê vê rewşa han bigehêje encamên baş bo çareser kirina kêşe û derbas kirina astengiyan ku, ev jî bandoreke gelek baş li ser rewşa Îraqê dike.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe behsa hebûna hêzên hevpeymanan li Îraqê kir û ragihand ku, lazime di çarçoveya rêkeftineke nîştimanî û bi liber çav girtina berejwendiyên Îraq û deverê, çarçoveyek bo vê yekê were danîn.

Di berdewamiya civînê de balyozên welatên Erebî serdana Serok Barzanî bi girîng wesif kir û hêviya vê yekê jî xwestin ku, ev serdan bibe sedema xêr bo Îraqê.

Top