• Friday, 05 July 2024
logo

Serok Barzanî û Muhsên Mendelawî civiyan

Serok Barzanî û Muhsên Mendelawî civiyan

Behsa rewşa Îraqê hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, îro Serok Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê bi wekalet Muhsên Mendelawî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê mijara hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê, çend babetên girêdayî bi herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Îraqê hatiye kirin.

Piştî vê civînê vê Serok Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Seyade Xemîs Hencer jî dicive û derbarê çend mijaran de giftûgo dikin.

Duhê jî Serok Barzanî rixmî civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê li gel hijmareke zêde ji balyozê welatên cîhanê yên li Îraqê civiya bû.

Top