• Friday, 05 July 2024
logo

Encumena Wezîrên Iraqê: Biryarên duh ên Encûmena Parêzgeha Nînowa ne yasayî û berevajî rênima û yasayan in û tên redkirin

Encumena Wezîrên Iraqê: Biryarên duh ên Encûmena Parêzgeha Nînowa ne yasayî û berevajî rênima û yasayan in û tên redkirin

Encûmana Wezîrê Iraqê di daxuyaniyekî de aşkera kir ku biryarên duh yên Encûmena Wezîrên Parêzgeha Nînowayê yasayî nînin û berovajî rênimayî û yasayanin û têne red kirin.

Îro 3/7/2024 Encûmena Bilind a hemahengiya navbera parêzgehan di serokatiya encûmena wezîrên Iraqê de, nameyek ji serokê encûmena parêzgeha Nînowayê re şand, derbarê  wan guhertinên ku duh encûmenê li posta  îdareyên parêzgehê encam dabû, daxwaz dike biryarên taybet bi guhertina hejmarek ji posta yekeyên Îdareyên sînorê parêzgehê bê rawestandin.

Lijne dibêje: "Weke me berê jî daxwaz kiribû, lezê nekin di guhertina postên îdarî yên weke parêzgar û rêveberên navçeyan de, heta ku em bersivekê ji encûmena dewletê derbarê desthilatên encûmenên parêzgehan werbigirin derbarê van guhertinan de."

Lijnê di nameya xwe de tekezî li ser wê yekê dike ku di guhertina serokên yekeyên îdarî de lez nebin û tekezî li ser wê yekê dike ku divê li ser van biryaran li benda nêrîna Encûmena Dewletê be.

Herwaha di nameyê de hatiye, ku serokê desteya bilind a hemahengiya navbera parêzgehan, serokwezîr, pêştir daxwaz kiribû ku lijneyeke pispor kar binirxîne berî ku guhertinan di yekeyên îdarî li parêzgehan bike.

 

 

Basnews

Top