• Friday, 05 July 2024
logo

Serok Barzanî li Bexdayê civînên xwe didomîne

Serok Barzanî li Bexdayê civînên xwe didomîne

Li gel aliyên avaker yên çarçoveya hemahengî civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de duhê bişev Serok Barzanî li gel aliyên avaker yên çarçoveya hemahengî civiya.

Di destpêka civînê de Emar Hekîm gotarek pêşkêş kir û bixêr hatina Serok Barzanî kir û serdana han bi girîng û dîrokî wesif kir û balkêşande ser xebat û qurbanîdana Kurd û şîe weke xaleke hevbeş bo rizgar bûn ji stemkarî û dîktatoriyetê.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Bexdayê diyar kir û balkêşande ser girîngiya civîna xwe ya li gel aliyên beşdar di çarçoveya hemahengî de û ragihand ku, niha rewşeke goncaw li Îraqê derketiye holê ku, mirov dikare bo derbas kirina kêşeyan fêde ji werbigire.

Serok Barzanî herwiha behsa dîroka hevbeş ya aliyan di xebata dijî dîktatoriyetê kir û balkêşande ser rola wan bo ava kirina Îraqa nû û amadekirin destûrê û ragihand ku, destûr bingeheke girînge bo çareser kirina kêşeyan.

Di beşeke din ya civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, hebûna hêzên hevpeymanan li Îraqê, mijarên bûdce û mûçeya karmendên herêma Kurdistanê, petrol û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de hate kirin.

Her di heman civînê de tekez li ser piştîvaniya hikûmeta Mihemed Sûdanî ku, bi rêkeftina tevahiya aliyan hatiye avakirin hate kirin.

 

Top