• Friday, 05 July 2024
logo

Serok Barzanî û balyozê Franseyê civiyan

Serok Barzanî û balyozê Franseyê civiyan

Behsa çend mijaran hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, Serok Barzanî îşev li Bexdayê li gel balyozê Franseyê yê li Bexdayê Patrick Durrill civiya.

Di civînê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser kêşe û arîşeyên siyasî yên li Îraqê hevdem behsa sedemên serdana xwe bo Bexdayê kir.

Di civînê de balyozê Franseyê jî serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng wesif kir û pêşwaziya diyarî kirina dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û ragihand ku, Franse piştîvaniya baştir bûna têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqê dike.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Franseyê û pêşhatên herêmî mijarên din yên vê civîna han bûn.

Top