• Wednesday, 17 July 2024
logo

COLEMÊRG – Festîvala Fotosafariyê li gundê Ehmedê Xanî

COLEMÊRG – Festîvala Fotosafariyê li gundê Ehmedê Xanî

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li Zozanên gundê Xanê ku gundê Ehmedê Xanî ye Festîvala Pêncemîn a Fotosafariyê ya Çelê hat kirin.

Colemêrg bi çiyayên xwe yên bilind û zozanên xwe yên hênik û xwezaya xwe ya dewlemend yek ji parêzgehên herî binavûbang e.

Van salên dawiyê jî hewleke zêde tê dayîn ku berê geştiyaran bi vê herêmê bikeve.

Bi vê armancê jî salane çend festîvalên cuda cuda tên kirin.

Yek ji wan jî Festîvala Fotosafariyê ya Çelê ye ku îsal cara pêncan hat kirin.

Festîvala Fotosafariyê ya Çelê li bilindahiyên Geliyê Tiyarê û Zozanên Xanê tê kirin ku ev herêm heman demê cihên dîrokî yên Colemêrgê ne.

Parêzgarê Colemêrgê, parlementerê berê û lêkoler Muhsîn Kizilkaya, Serokê Şaredariya Çelê, protokola parêzgehê û xelk û werzişhezên ji Colemêrg û derveyî bajêr beşdarî festîvalê bûn.

“Ev der yek ji cihên herî xweş ên cihanê ye”

Alî Çelîkê Parêzgarê Colemêrgê diyar kir ku Colemêrg bûye navendeke turîzmê û got:

“Colemêrg bûye navendek ku werzişkar û xwezaparêz berê xwe didinê.

Colemêrg êdî di asta cihanê de dibe navendeke diyar.

Ev der yek ji cihên herî xweş ên cihanê ye. Di van salên dawî de werziş jî tê kirin ev jî qedir û qîmeta parêzgehê zêdetir dike.

Ev der Zozanên Xanê ye, dawiya meha hezîranê ye jî lê hîn jî li çiyayên me berf heye.”

Festîvala Fotosafariyê ya Çelê îsal li bilindahiyên Geliyê Tiyarê û Zozanên Xanê hat lidarxistin ku havînê jî çiyayên vê deverê bi berfê pêçayîne.

Geliyê Tiyarê û Zozanên Xanê heman demê cihên dîrokî yên vê herêmê ne.

“Ehmedê Xanî li vir ji dayîk bûye”

Muhsîn Kizilkayayê lêkoler wiha behsa qedîmbûn û taybetiyên wê deverê kir:

“Ev dere cihekî gelekî qedîm e. Heman demê ev der gundê Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî li vir ji dayîk bûye.

Ev der hem ji bo dîroka Kurdan hem jî ji bo wêjeya Kurdî cihekî taybet e. Ji bilî wê, ev dere zozanekî bi navûdeng e.

Bihar û pîyazê êl û eşîrên herêmê li vî zozanî kom dibûn.

Di demên kelekela havînê û germê de jî diçûn Zozanên Gereşînê.

Li jêrtir gundê Bazê heye, di dema Nestûrî û Aşuriyan te li vê heremê jiyaneke zindî hebûye.”

Di festîvalê de siwarên duçerxeyan li parkureke 40 kîlometreyî hevrikiya hevdû kir.

Li Çemê Zê raftîng hat kirin û werzişkar û xelk bi çiyayên bilind ve meşiyan tîmên govendê jî govendên rengîn ên heremê nîşan dan.

“Em hatine demeke xweş bibînin”

Ferah Ozera ku bi cilên xwe yên Kurdî beşdarî festîvalê bûbû wiha axivî:

“Em hatine zozanên xwe, em hatine sefrê, em hatine demeke xweş bibînin. Em dê îro ji bo mêvanên xwe dawetê bikin.”

“Bandorê li min dikin”

Filîz Kopruluya ku xweza û mirovên Colemêrgê bandor lê kiriye got:

“Ev care duyem e ez tême vir, cara yekem dema ez hatim gelek bandor li min kiribû.

Xweza û insan û her tiştê vê heremê gelekî bandorê li min dikin.”

 

Rudaw

Top