• Monday, 20 May 2024
logo

Kerkûk: Erebên hawirde li hemberî Kurdan kon vegirtin

Kerkûk: Erebên hawirde li hemberî Kurdan kon vegirtin

Komeke Erebên hawirde li gundê Pelkaneyê yê Kerkûkê li hemberî Kurdan kon vegirtin û dest bi grevê kir.

Erebên hawirde doza zeviyên Kurdan dikin û îro li gundê Pelkaneyê xwepêşandan kirin.

Cotkarên Kurd jî li hev kom bûn.

Hêzeke zêde ya Îraqê ji bo kontrolkirina rewşê çûne gundê Pelkaneyê yê nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê.

Hêza leşkerî ya Îraqê hewl dide rê li ber aloziyên di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de bigirin.

Gundê Pelkaneyê li rojavayê Kerkûkê ye û ser bi nahiyeya Sergeranê yê.

Piştî 16ê Çiriya Pêşina 2017an Erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Nûçegîhanê Rûdawê Hîwa Husamedîn eşkere kir ku hejmareke zêde ya Erebên hawirde çûn gundê Pelkaneyê û hewl da zeviyên Kurdan dagir bikin.

Lê belê di navbera wan de şer derket û birîndarên her du aliyan hene.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatin û ew ji herêmê dûrxistin.

Ereb dixwazin zeviyên Kurdan ji wan bistînin

Cotkarekî ji gundê Pelkaneyê ji Rûdawê re got:

“Em hatin cade girtibû û xwepêşandan dikir.

Her salê dema rakirina mûsimê û çandina zeviyan û avêtina tov pirsgirêkan derdixin.

Dixwazin zeviyên xelkê dagir bikin û artêş jî bi wan re bû."

Li gorî gotina cotkarê Kurd ê ji Pelkaneyê Erebên hawirde dixwazin zeviyên Kurdan ji wan bistînin û ew bi xwe wan zeviyan bajon.

Cotkarekî din ê Kurd jî ji Rûdawê re anî ziman:

“Ew kesên îro daketine ser cadeyê qerebûya madeya 140 standine, eger mafdar in bila biçin gilî tomar bikin û belgeyên xwe pêşkêşî dadgehê bikin.

Ew dixwazin bi zorê zeviyan dagir bikin.”

Erebên hawirde li gundê Pelkaneyê 8 gund dagir kirine û ji bo guhertina demografiya herêmê bi dehan Erebên hawirde anîne herêmê.

 

Rudaw

Top