• Monday, 27 May 2024
logo

Nazim Debax: Îran, Kurdan wekî hevpeymanên stratejîk dibîne

Nazim Debax: Îran, Kurdan wekî hevpeymanên stratejîk dibîne

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî yek ji serdanên herî girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye û dê çend hevdîtinan pêk bîne.

Li ser serdanê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax ji Rûdawê re got:

“Serdana Nêçîrvan Barzanî yek ji serdanên herî girîng ên di dîroka pêwendiyên dûr û dirêj ên her du welatan de ye.”

Nêçîrvan Barzanî di dema serokwezîrtiya xwe de 2 caran û carekê jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê çû Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî ku herî dawî 3yê Tebaxa 2021ê çûbû Tehranê, beşdarî merasîma sondxwarina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bûbû.

Di serdana îro de Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Karên Navxwe, Serokê Dîwana Serokayetiyê û gelek berpirs di şandeya wî de ne.

Debax da zanîn ku şandeya bi Serokê Herêma Kurdistanê re pêkhateya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

“Îran, Kurdan li Îraqê wekî hevpeymanên xwe yên stratejîk dibîne”

Li gorî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Îranê de tekezî li ser dostanî û hevpeymaniya stratejîk a di navbera Îranê de ku Kurdan li Îraqê wekî “hevpeymanê xwe yê stratejîk” dibîne tê kirin.

Debax diyar kir ku ji ber rewşa siyasî, dîrokî û cografî ya niha ya herêmê ne hêsan e ku Îran dev ji Herêma Kurdistanê berde û Herêma Kurdistanê jî dev ji Îranê berde.

Debax herwiha da zanîn ku divê partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser başkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de xwedî nîqaşeke hevpar bin.

Top