• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li Kolombiyayê helîkopter ket: 9 leşker mirin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Li Kolombiyayê helîkopter ket: 9 leşker mirin

Li bakurê Kolombiyayê helîkopterekî leşkerî ket û 9 leşkerên tê de mirin.

Helîkoptera leşkerî ya bi hejmara MI-17 HK3395an li gundê Guaraperiayê yê herêma Bolivarê ketiye xwarê.

Hat ragihandin ku leşkerek ji wan general bûye.

Serkkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji ber qezayê gelekî xemgîn e.

Li Kolombiyayê ji serê salê û bi vir ve gelek leşker di qezayên helîkopteran de mirine.

 

Rudaw

Top