• Saturday, 27 April 2024
logo

Fermandarekî milîsên Iraqê gef li Joe Biden xwarin

Gulan Media March 28, 2024 Nûçe
Fermandarekî milîsên Iraqê gef li Joe Biden xwarin

Duh 27.03.2024ê fermandarekî milîsên şîe yên Iraqê û ser bi Îranê gef li serokê Amerîkayê Joe Biden xwarin ku dê êrîşên xwe yên li ser hêzên Amerîkayê zêde bikin.

Kovara New York a Amerîkayê belav kir ku emîndarê giştî yê Feyleqa Weid El Saq Mihemed Temîmî amaje bi wê yekê kir ku eger Amerîka hêzên xwe yên li navçeyê venekêşe, wê demê dê çekdarên wan êrîş li ser hêzên Amerîkayê zêde bikin.

Herwaha got, çekdarên milîsên Iraqê dikarin li dijî binkeyên leşkerî yên Amerîkayê, ji êrîşên dema 7ê cotmehê yên Hemasê li dijî Îsraîlê zêdetir bikin û zêdetir pêş de biçin.

 

Basnews

Top