• Saturday, 27 April 2024
logo

Amerîka: Di asteke bilind de hewlên me ji bo Herêma Kurdistanê hene

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Amerîka: Di asteke bilind de hewlên me ji bo Herêma Kurdistanê hene

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku rêveberiya Washingtonê di asteke bilind de hewl dide ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Matthew Miller diyar kir ku Amerîka aliyan han dide ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Miller herwiha da zanîn ku wezîrên karên derve yên Amerîka û Îraqê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.

Li ser pirsa Diyar Kurde ya “Di civîna îro ya navbera Antony Blinken û Fuad Husên de nakokiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin? Amerîka çawa li nakokiyên her du aliyan dinêre? Gelo hûn ji van aloziyan bi fikar in?” Miller wiha got:

“Belê, wan li ser vê mijarê gotûbêj kirin. Wezîrê Karên Derve [Anthony Blinken] eşkere kir ku îstiqrara aborî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê sûdê bide herêmê û hemû Îraqiyan.

Ji ber vê yekê em her du hevkaran teşwîq dikin ku bi hev re bixebitin.”

“Amerîka hewla hinartina petrola Kurdistanê dide”

Derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî Miller got:

“Amerîka di asteke bilind de hewl dide ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Me bangî hemû aliyan kir ku li ser hinartina petrolê bigihin rêkeftinekê.

Em di wê baweriyê de ne ku ji nû ve hinartina petrolê bi rêya boriyê dê ji bo hemû aliyan sûdmend be.

Ji ber vê yekê em girîngiyê didin vê mijarê.”

 

Rudaw

Top