• Saturday, 27 July 2024
logo

Modela Kurd ji namzediya muxtariyê vekişiya: Gefa kuştinê li min hat xwarin

Gulan Media February 29, 2024 Corane
Modela Kurd ji namzediya muxtariyê vekişiya: Gefa kuştinê li min hat xwarin

Modela Kurd Sîmurg Sarsilmaza ku li Amedê namzeda muxtariyê bû ragihand ku gefa kuştinê li wê hatiye xwarin û ji ber vê yekê ji namzediyê vekişiyaye.

Mankena Kurd Sîmurg Sarsilmaz bûbû namzeda muxtariyê ya Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê ya Amedê.

Sîmûrgê dixwest di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an bibe muxtar û bi taybetî di mijarên jinan û madeyên hişbir de projeyên wê hebûn.

Sîmûrgê dê bi 4 namzedên mêr re ji bo muxtariyê rikeberî bikira lê ew piştî gefên kuştinê ji namzediyê vekişiya.

Li gorî nûçeya Amida Haberê, Sîmurg Sarsilmazê ragihandiye ku li ser medyaya civakî ji gelek hesabên sexte gefên kuştinê li wê hatine xwarin û ji ber vê yekê biryar daye ku ji namzediyê vekişe.

“Bi dermanan li ser pêyan dimînim”

Sîmurg Sarsilmazê li ser biryara vekişîna xwe got:

“Min ji bo xizmetkirina wê taxa ku ez lê ji dayik bûme û mezin bûme namzediya xwe ragihand.

Biryar bû ez doh xebatên xwe yên çapkirina afîşan temam bikim û îro jî dest bi xebatan bikim.

Lê ji ber wan nûçeyên ku derketine ji sedan hesabên sexte yên medyaya civakî gefên kuştinê li min hatin xwarin.

Niha derûniya min gelekî xerab e û ez bi dermanan li ser pêyan dimînim.

Ez dê li dijî wan kesên ku gef li min xwarine li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî tomar bikim.”

“Hinek kes li ser medyaya civakî ketine hesabê min”

Modela Kurd ragihand li ser medyaya civakî hinek ji wêneyên wê jî xirab hatine bikaranîn û got:

“Hinek kes li ser medyaya civakî ketine hesabê min ê medyaya civakî û wêneyên min ên nîvrût parve kirine.

Van wêneyan jî heqaretên ku naveroka wan cinsî ne bi xwe re anîn.

Vê yekê ez gelekî aciz kirim û moralê min xera kir.”

Sîmûrg Sarsilmaz li ser namzediya xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû û wê gotibû:

“Eger ez bibin muxtar ez qumarê û tiştên wekî wê nehêlim. Ji ber ez li navçeya xwe dibînim ku ji ber wan karan gelek kes xwe dikujin.

Ez dê bi hemû hêza xwe li dijî wê qumarê rawestim ku ciwanên me ji rê derdixe.

Herwiha ez dê li dijî madeyên hişbir jî rawestim.”

 

Rudaw

Top