• Saturday, 27 July 2024
logo

Şefên Kurd bûn yekem: 'Heqaret li Alaya Kurdistanê hat kirin'

Gulan Media February 18, 2024 Hunerî
Şefên Kurd bûn yekem: 'Heqaret li Alaya Kurdistanê hat kirin'

 Şefên Herêma Kurdistanê yên ku beşadarî Pêşbaziya Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê bûn tevî heqareta li ala Kurdistanê di pêşbirkê de bûn yekem.

8emîn Pêşbirka Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê ji aliyê Şaredariya Alanyayê ya Antalyayê ve di navbera 5-7 Sibatê de hate lidarxistin.

Şefên ji Herêma Kurdistanê, Brîtanya, Misir, Îraq, Azerbaycan, Xirvatistan, Cezayîr, Urdin, Malta, Mexrîb, Rûsya, Tunis, Romanya, Ozbekistan, Makedonyay Bakur û Filistînê Pêşbirka Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê bûn.

Mala Şefên Kurdistanê ku ji Herêma Kurdistanê ji bo pêşbirkê hatibû vexwendin, roja 3ê Sibatê bi tîmeke 6 kesî ji Hewlêrê çûbû Alanyayê.

Tîma ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûbû, diyar kir ku ji ber ala Kurdistanê heqaret li wan hatiye kirin û heta ku vegeriyane jî di bin zextan de bûne.

Şefên ji Herêma Kurdistanê Şilêr Ehmed û Derya Zirarî ji Rûdawê re axivîn û gotin wan di dema pişbirkê de “rojên zehmet derbas kirine.”

Şilêr Ehmedê diyar kir ku dema hatine salona ku pêşbirk lê hatiye lidarxistin, ji ber ala Kurdistanê li ser sînga wan bûye, astengî ji wan re hatine derxistin.

Şilêr Ehmedê got, “Di logoyên li ser singên me de hem ala Kurdistanê hem jî ala Îraqê hebûn.

Komîteya amadekar a pêşbirkê ji me re got, ji ber ku ala Kurdistanê li ser cilên we heye hûn nikarin beşdar bibin.”

“Tîmên welatên Ereb li dijî derketin”

Herwiha Şef Derya Zirariyê diyar kir ku piştî biryara organîzatoran, tîmên Mexrîb, Tûnis û welatên din ên Ereb li dijî vê yekê derketin û wiha pê de çû:

“Gotin ger Kurd beşdarî pêşbirkê nebin emê jî vekişin. Ji ber vê yekê komîte neçar ma ku biryara xwe paşde bikişîne.

Lê dîsa jî destûr nedan ku em bi cilê ku alayên Îraq û Kurdistanê li ser in, beşdar bibin. Ji me re gotin divê hûn ala Kurdistanê ji ser singa xwe rakin.”

Şef Şilêr Ehmedê jî wiha anî ziman, “Destpêkê ji me re gotin hûn dê saet 08:00an de derkevin ser dikê lê saet bû 12:00 gazî me nekirin.

Piştre saet 20:00 em derketin, me 16 saetan dan sekinandin. Melzemeyên ku me ji bo xwarinê amade kiribûn hindik mabû xera bibin.

Bi rastî me pir zehmetî kişand. Tevî vê yekê jî em bi wêrekiyeke mezin beşdar bûn û me xwarina xwe pir baş amade kir.”

“Tevî hemû astengiyan em bûn yekem”

Şefan diyar kir ku di rojên duyemîn û sêyemîn ên pêşbirkê de jî bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû mane ji wan re zehmetî hatine derxistine, di dema çêkirina xwarinê ji bo wan aciz bikin cihên guhertine lê wan dev jê bernedaye û di dawiyê de Rêxistina Mala Şefan a Herêma Kurdistanê ji aliyê jûriyê ve yekem hat hilbijartin.

Di dema xelatdayînê de tîma Kurdistanê hat paşguhkirin

Herwiha şefan got ku di dema belavkirina madalyayan de jî giringî nedane pileya yekem lê zêdetir giringî dane pileyên duyem û sêyem.

Xelatên pileya yekem ên ku Rêxistina şefên Kurdistanê heq kiribûn bi carekê hatin dayîn û ji wan re hat gotin ku hûn bixwe belav bikin. Tenê çend madalya pêşkêşî wan kirin.

Çima venekişiyan?

Darya Zirariyê li ser pirsa “Çima piştî ku heqaret li ala Kurdistanê kirin, venekişiyan” wiha bersiv da:

Destpêkê bertekên wiha hebûn, me got em vekişin lê piştre me biryar da em berdewam bikin.

Rewş pir metirsîdar bû me jî hest bi ewlehiyê nedikir. Ji ber ku saet 2yê şevê avêtin ser otêla me. bi rastî em hemû tirsiyan.

Tevî vê rewşê jî, piştî ku Serokê Rêxistina Bexdayê û Serokê Rêxistina Kurdistanê li ser mijarê gotûbêj kirin, me biryara vekişînê da.

Lê wekî min got, welatên Ereb ên ji bo me ji festîvalê vekişandina xwe ragihandin, ev jî dihat wateya betalkirina festîvalê.”

“Kurdên Bakur bi mêrxasî em parastin”

Derya Zirariyê wiha berdewam kir, “Gelek guvaş li ser me hebûn. Dema hewl dihat dayîn bên sansurkirin û bêzarkirin, şefên Kurd ên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûbûn bi mêrxasî em parastin.

Bi rastî, gelek caran bi komîte û rêvebirên festîvalê re ketin nîqaşê.”

Şef Şilêr Ehmedê behsa wê yekê dike ku ew di nava tirs û xofê de bûne heta ku vegeriyane, ji ber ku ne bawer bûn ka dê li balafirgehan ji wan re pirsgirêk derên an na.

Herwiha Şilêr Ehmedê da zanîn ku di dema pêşbirkê de şefên welatên beşdar çûne peravê û wêne kişandine û got:

“Ev beşeke pêşbirkê bû, beşdar bixwe diçûn. Her kes diçû û bi ala xwe wêne dikişand. Min jî li ber peravê bi ala Kurdistanê wêne kişand. Polîs bi şev hatin otêla me.

Di nav wan de kesên bi cilên sivîl jî hebûn. Ji me re gotin ku divê hûn vegerin welatê xwe. Ala Kurdistanê ya bi me re ji me stendin, kod danîn ser telefonên me û heqaret li me kirin.”

 

Rudaw

Top