Hingivê Kurdistanê di pêşangehekî navnetewî de tê pêşandan
Hingivînê Kurdistanê yê ji derve re hatiye şandin, di pêncemîn pêşangeha Hingiv a li bajarê Doha ya paytexta Qeterê hate pêşandan û berpirsekî ji got: ‘’Hingivê Kurdistanê gelek tê daxwaz kirin.’’
Şirovekarê bilind ê tîma çandiniyê li ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dilşêr Berdereşî ji Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragehand: ‘’Naha li pêşangeha Hingiv a li Dohayê, ku 23 welat û 100 kompanyayên cuda yên cîhanî têde beşdarin, Hingivê Kurdistanê jî tê pêşandan û daxwazeke zêde ya Hingivê Kurdistanê tê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Pişt henardekirina Hingivê Kurdistanê ya meha 11ê ya sala 2023yê, ji aliyê hikûmeta Qeterê ve gelek kontrol û test ji bo Hingivê Kurdistanê hatiye kirin û bi serkeftî li hemû kontrolan derketiye.’’
Bi serpereştiya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê û Ofîsa Serokwezîr ve proseya henardekirina Hingivê Kurdistanê di Mijdara sala 2023yê ji bo welatê Qeterê destpê kir.
Berî wê jî di 16emîn kongreya navnetewî ya Hingivîn a Asya li Erebistana Siûdî ya sala 2023yê de pêşbirka Hingivê herî baş ê salê birêve çû û Hingivê Kurdistanê bû yekem.
Basnews