• Friday, 26 April 2024
logo

Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrok derket

Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrok derket
Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrok derket ku çîrokên gelek nivîskarên Kurd ên navdar tê de hene.

Kovara Kurdeçîrok dê sê mehan carekê bi awayekî çapbûyî derkeve û ji 124 rûpelan pêk tê.

Di hejmara yekem a Kurdeçîrokê de çîrokên gelek nivîskarên Kurd ên navdar û yên nivîskarên ciwan hene.

Wergerên çîrokên nivîskarên wek E. Hamingway, F. Kafka, K. Mansfield, Çexov û nivîsên li ser teoriya çîrokê jî cihê xwe di vê hejmara Kurdeçîrokê de digirin.

Kovara Kurdeçîrokê dê li Bakurê Kurdistanê û li bajarên mezin ên Tirkiyê bê belavkirin.

Herwiha Kurdeçîrok dê ji bo Başûrê Kurdistanê jî çap bibe û bê belavkirin û ji ber vê yekê jî Kurdeçîrok dê bibe yekem kovara ku hem li Bakur hem jî li Başûrê Kurdistanê bê çapkirin û belavkirin.

Rudaw
Top