• Wednesday, 08 May 2024
logo

Agrîn Dilşad di berhema xwe ya nû de bi Sofî Omer derdikeve

Agrîn Dilşad di berhema xwe ya nû de bi Sofî Omer derdikeve
Stranbêjê ciwan ê kurd Agrîn Dilşad berhemeke nû weşand û Sofî Omer yek ji lîstikvanên sereke yên klîpa wî ye.

Agrîn Dilşad di vê berhema xwe nû de, strana “Ha Ziravikê” û “Hay Welato” ku du stranên folklurî ne wek yek berhemê tomar kiriye û bi zarevaya kurmancî dibêje.

Sofî Omer jî ku kalemêrekî kurd ê Bakurê Kurdistanê û bi navê “Pilingê Şahiyan” tê naskirin û gelekî ji bo aheng û dawatan tê vexwandin û vîdyoyên wî di torên civakî de gelek tên dîtin, di klîpê de xwedî roleke sereke ye.

Agrîn Dilşad yek ji stranbêjên navdar ên Herêma Kurdistanê ye, di sala 1995an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye û di sala 2014an de ji Enstîtuya Hunerên Ciwan derçûye. Hunermend Agirîn Dilşad ji bilî stranbêjiyê jî li çend kenalan bername çêkirine.

Rudaw
Top