50 cîhadiyên biyanî bûne piledarên leşkerî
Golanî bi fermî pileya leşkerî daye wan.
Li gor nûçeyeke kanala bbc Serokê tevgera Tehrîr Şam Mihemed Golanî fermaneke nû daye û li gor fermana han, ev cîhadiyên biyanî yên ku, li Sûriyeyê dijî rejîma Esed şer kirine dibine xwedan pileyên bilind yên leşkerî di nava artêşa Sûriyeyê de.
Bbc belav kiriye ku, duhê bi fermana Golanî herî kêm 50 cîhadiyên biyanî bûne xwedan pileyên bilind yên leşkerî û ev kesên han dibin rayedarên pile bilind yên artêşa nû ya Sûriyeyê.