Artêşa Îraqê çar cotyarên Kurd li Kerkûkê girtin
Artêşa Îraqê îro (Çarşem, 01.01.2025) li gundê Heftexarê li sinorê qezaya Daqûqê ya Kerkûkê çar cotyarên Kurd di dema avdana zeviyan de girtin.
Çalakvan û xelkê wê deverê Mela Hesen Dûzî ji peyamnêrê K24ê Hêmin Delo re ragehand, “Di roja yekê ya sala nû de ku em bihêvî bûn arêşe û dagirkirin li aliyê bidawî bên, lê îro (Çarşem, 01.01.2025) wekî diyariyeke sala nû çar cotyarên me bi navên Mihemed Ezîz Ehmed, Ferhan Mehmûd, Ebdila Ferhan Mehmûd û Eyad Casim Mihemed hatin zindanîkirin.”
Mela Hesen di derheqa sedema girtina wan cotyarên Kurd de got, “Ew bê çi behaneyek hatine girtin, ew li ser erd û avên xwe bûn û çi tawanek nekiriye.” Amaje jî da, “Armanca artêşê ji girtin, tirsandin û givaştinên li ser cotyarên Kurd ew e ku Kurd gund, erd û axa xwe berdin.”
Ev di demekê de ye ku, di heyama du heftiyên borî de Dadgeha Daqûqê sê cotyarên din ên Kurd, li ser skalayên Erebên hawirdekirî, bi du salên zindanîkirinê hatin sizadan.
Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, Erebên hawirdekirî bi piştevaniya artêşa Îraqê berdewam arêşeyan ji bo cotyarên Kurd li sinorê parêzgeha Kerkûkê çê dikin û rêyê li wan digirin ku karê çandinê bikin.
K24